KOMELEYA JİN Û DEMOKRASİYÊ

‘Piştgiriya Jinan ji bo Dayikên ku Zarokên Xwe Dixwazin’

Mijar: Qampaniya Piştgiriyê ji bo Dayikên Xemgîn ên ku Zarokên Wan Birine Çiyê û ji 19ê Gulanê 2014ê ve Li Diyarbekir di Çalakiya Rûniştinê de ne.

Wekî Komeleya Jin û Demokrasiyê ( KADEM ) em pê bawerin ku ev rewşa şerê bi sedema Pirsgirêka Kurd qewîmiye û di encama wê de bi salên dirêj li welatê me êş, azar û mirin rûdane encax li gel amûrên demokrasiyê bi yekîtî û hevgirtina miletê me re dê çareser bibe. “Pêvajoya Çareseriyê” bi piştgiriyeke civakî didome, bi vê yekê re hêj me êşên sî salên dawîn dikir ji bîr bikira, ji bo ku cardin ev êş neyên dîtin û bidawî bin divê em bi dilsozî xwe bixin bin vî barî.

Li pey Pêvajoya Çareseriyê ku bi awakî serkeftî dimeşiya, bi dilxwazî an jî bi zorê dema xort birin çiyê û  li pey pêvajoya aştiyê ev çalakî zêdetir bûn li hemû Tirkiyê bêhêvîtî û pêbawerî şikeştin. Nemaze, ev pirsgirêk bi çûyîna (birin) çiyê ya xort û zarokên me yên mîratgirê pêşerojên me çareser nabe, bi polîtîkayên civakî, siyasî û ekonomîk ên ku yekîtî û hevgirtina miletê me xurt bike dikare bê çareserkirin. Astengiya herî mezin a li ber pêşeroja welatê me çewsandina û ferweriya li ser  lawên me yên ku divê li dibistanên xwe bin, e.

Em jin, piranî jî dayik pê xemgîn û bi guman in ku pêşeroja welatê me li ser çiyayan tê astengkirin, xortên me bi helwestên çewsîner re rû bi rû dibin û azadiya wan tê astengkirin. Mexdûrên herî mezin ên vê pêvajoyê jin û dayik bûne. Çalakiya ku di 19ê Gulanê de bi peyva “Ez lawê xwe dixwazim” despêkir û roj bi roj pêl bi pêl zêde bû, nîşana herî xurt a vê yekê ye.

Ji ber vê sedemê em wekî KADEM, ji 20ê Gulanê  vir ve li Diyarbekir li cem dayikên ku di taybetmendiya zarokên xwe de ji bo pêşeroja vê welatê nobedariyê dikin bûn. Em wekî lijneke ji rojnameger, parêzer, perwerdekar û akademîsyenan pêk tê ji Stenbolê bi rêketin, li Entabê komeke ji sê kesan tev li koma me bû, tev bi hev re çûn Qada Deriyê Çiyê. Nemaze, dê û bavên ku qêrînên wan ên bêdeng olan dida û nedihatin dîtin, dixwazin zarokên wan ji çiyê vegerin, ev li ser navê “Pêvajoya Çareseriyê” pêşveçûneke demokratîk î gelek girîng e. Malbatên ku bi tenê aştiyê û navên zarokên xwe bi lêv dikin dema bi serketin û bi saxî û silametî gihiştin zarokên xwe, li vî welatî gavê herî gîring ê ji bo aştiyê dê pêk bînin. Lewra tevî pêvajoya sî salên dijwar cara yekem îtîrazên xwe bi deng û bi çalakî pêkanîn.

Ji kesên cuda bi tenê dengek bilind bû: “Bêyî lawên xwe em ê neçin tu derê, êdî em li hev bikin”

Di hevdîtinên me yên li ser navê KADEMê de diyar bû ku bi hawara dayik û bavan, dilê gelê herêmê li gel siyaseta sîvîl, zelalî, demokrasî û pêşketina sosyo-ekonomîk e, ne li gel rewşa şerî, dixwaze di rewşa aştiyê de bijî. Tu malbat naxwaze ku zarokên wan bibin çiyê, hinan serdestiyê li ser pêşeroja zarokên wan bikin û mafên bijartinê zarokên wan ên li ser pêşeroja xwe bikarbînin. Di pêvajoyên aştiyê de mirov hêviyên xwe xurt digrin û daxwazên xwe bi van berxwedanan re bi lêv dikin.

Ev çalakiya paştguhbûyî, ne tenê ya dayikan e, di heman demê de çalakiyek e ku bi tevlîbûna bavan re, ji bo vegera zarokên xwe hewl didin.

Vaye Kurtekrina Vê Rewşê Û Hin Hevdîtinên Lijneya Kademê Bi Dê Û Bavan Re;

Fethi Ulutaş. Bavê 5 zarokan e. Bi malbata xwe re li Antalyayê dijî. Bavê Ferdi Ulutaşê 17 salî ê ku li zanigeha li Sêwasê Yildizeli xwendekar e. 2ê Avrêlê de 3 roj li ser hev li kurê xwe digere nagihê, diçe Sêwasê, hîn dibe ku kurê wî birine Diyarbekir ji wir jî birine çiyê. Bavê ku roj ew roj xeber ji kurê xwe negirtiye wiha dibêje “Armanca me anîna zarokên me ne. Bêyî em wan hilgirin em ê neçin tu derî. Êdî bila aştî pêk bê, bila kesên din negirîn. Neha em bi êşa herî dijwar re rû bi rû ne.”

Musa Yenice. Li Miksa Wanê dijî. Bavê Ali Yenice’yê ku li Stenbolê Mamostetiyê Astengên Zêhnî pola yekemîn dixwend, e. Dema bav ji mamosteyê wî hîn dibe ku kurê wî naçe zankoyê wiha dibêje “PKK kurê min xapandiye û biriye. Destê dewletê dirêj e, lava dikim alîkariya me bike. Gelek malbatên ji ên vir zêdetir mexdur in. Ger dê û bavên ku me sûcdar dîbînin hebin, bila xwe di şûna me bifikirin. Bila Xwedê êşeke wiha nede tu kesî.

Ömer Tokay. Li Diyarbekir dijî. Sê sal e ji zarokê xwe ya 14 salî Mehmet Tokayî agahî nîne. Zarokê wî bi gotina pîknîkê ji mal derketiye, lawik bi dizî geriyaye gotiye ku li Antalyayê ye. Bav dema li nimeraya lê geriyaye dikole dibîne ku ne ji Antalyayê ji Şirnexê ye. Pey re bavê ku kurê xwe di Roj Tv de di merasîma sondxwarinê de dibîne bi daxwaza aştiyê re wiha dibêje “Kurê min hêj 14 salî çû mirinê, ku bê jî çûye mirinê. Bila êdî dilê dê û bavan neşewite. Em aştiyê dixwazin, zarokê xwe dixwazin. Her kê van zaroka qanehî çûna çiyê kiribe, bila xwe rexne bike.”

Osman Bedir. Li Patnosa Agirî dijî. Bavê Yunisê ku li Erzirom Mamostetiya Matematîkê pola duyemîn dixwîne. Ji roja ku kurê wî ji bo dengdanê hatiye û 4ê avrelê vegeriyaye Erziromê xeber nagre. Li pey zarokê xwe lêkolîn dike, hîn dibe ku bi armanca geştê çûye Rihayê, bav wiha giliyê xwe vedibêje “bangî hemû partiyên siyasî dikim, bikevin bin vî barî û pêvajoya çareseriyê bilezînin. Bila di destê zarokên me de ne çek pênûs hebe. Sî sal e me xwîn dîtin, êdî bes e. Ger heya neha dayik bertek bidana vê bûyerê, dê zarokên me neçûna”

Özcan Dağtekin. Bi tenê kurekî wî heye. Li Agirî dijî. Bavê Umut Dagtekinê ku 17 salî ye, li Erziromê dixwîne û 7 meh e wenda ye. “Min bawer nedikir ku bê xapandin an bireve” dibêje û didomîne “Diya wî ji ber ku  nexweş bû nehat vir. Deh roj e li vir im. Yektayê malê bû. Me sixê nedikir bigota li vir an li wir rûnê. Wê li çiyê çi bike kurê min. Di betlaneya cejna qurbanê de hat. Sêyemîn roja cejnê wenda bû. Deriyê ku neçûm nema. Înşelah wê lawên me vegerînin. Ew zarokên me gişan in. Divê berpirsiyar xwedî li vê yekê derkevin. Bila dengek derkeve, bi dengnekirinê re dê çi çareser bikin? Bila Selahattin Demirtaş bê, bipeyve. Zarokên wî li ku ne? Di bin destê wî de ne. Ez çima deng nekim? Êdî bes e”

Kevin Kan. Bi malbata xwe re li Diyarbekir dijî. 4 meh e ji kurê xwe yê 14 salî Abdullah Kan xeber nîne. Dayik qîza xwe ya nexweş biriye nexweşxanê û ji kurê xwe re gotiye “li malê bimîne”. Lê dema vegeriyay malê, lawê xwe nedîtiye û dest bi lêgerînê kiriye. Roj ew roj dayik ji lawê xwe agahî nagire, wiha dibêje “Mehek e li vir im. Bi tenê aştiyê dixwazim. Em li vir zarokê xwe dixwazin. Bila dayik negrîn. Ji bo me gişan heyf e. Hêviya min bi tenê Recep Tayyip Erdogan e. Ji wî tê, bila aştiyê pêk bîne, çareyek bibîne.”

Gülaser Toy. Li Diyarbekir dijî. Dayika ku tirkî nizane, hawara xwe bi kurdî dike. Diya Ramaza Toyê 29 salî, ku bi kek û pismamê xwe re ji bo karkirina avahiyan çû. Rojek lawê wê diçe sûkê û 4 meh e xeber jê nîne. Dayik wiha dibêje “Miriye an sax e, hatiye xapandin ez nizanim. Kurê xwe dixwazim, aştiyê dixwazim. Ji bo Xwedê, ji destê kê çi bê bila bike. Ji kerema xwe bila kes vê rabûna me wekî amûreke zirarkar bo pêvajoya çareseriyê bikarneyne. Pêvajoya aştiyê gelek gelek girîng e bila xera nebe.

Leman Aydın. Diya 4 zarokan e. Bi malbata xwe li Xîzana Bilisê dijî. Diya Vedat Aydinê ku di 4ê Avrêlê de wenda bûye. Roja ku wenda bû, bi awakî asayî ji mal derket û cardin nema kes jê xeber girt. Diya wî wiha dibêje “Sibehê qincên xwe li xwe kirin. Pirsa ‘tu yê êvarê ji bo min çi çêkî’ kir. Min jî go “ez ê borek çêbikim”. ‘Nexwe ez ê werim firavînê’ go. Pirr li ber malbata xwe diket, çi bûbe ji nişka ve qewîmî. Cardin me xeber jê negirt. Em bangî hemû berpirsan dikin. Êdî qeweta me nema, dilê dayikan ranagre. Mala me xera bû, agir ketê. Têm piyê we. Bes lawên me bînin. Mirî ye sax e em nizanin, lê hîna boreka wî di ocaxê de ye.”

Mukaddes Yapıcı. Diya 2 zarokan. Bi malbata xwe re li Diyarbekir dijî. Diya Zehra Yapıcı ye, ku di 15 saliya xwe ve wenda bûye, nema kesî xeber jê girtiye. Diya keçika ku rojek derketiye û nema vegeriyaye wiha dibêje “Êvarê seat bû 9, dema venegeriya malê, me berê xwe da emniyetê, em hîn bûn ku ew birine çiyê. Ji bo dengê me bê bihistin em li vir in. Em ji her du aliyan jî çareserî hêvî dikin. Ê ku lê dibe em û zarokên me ne. Keçeke min a du salî û kerr heye. Bi hêviyekê ez wê li cem diya xwe dihêlim, têm vir. Ji kerema xwe ji destê kê çi bê bila bike, êdî em biçin mala xwe.”

Zübeyde Şentürk. Diya sê zarokan e.  Bi malbata xwe re li Mûşê dijî. Diya Ramazan Şentürkê 24 salî ku ji 11 sibatê ve wenda ye. Diya xortê ku di betlaneya somestrê de hatibû mala xwe û di vegerê de bû rewşa xwe ya dijwar wiha dibêje. “Wê cardin biçûya mektebê. Ji bo betlaneya somestrê hatibû cem me. Min qincên wî şûştin, ûtî kirin. Rojek ji malê derket, venegeriya. 4 sal e li pey digerim, min tu agahî negirtin. Em hîn bûn ku xwe qeydê partiya wan kiriye. Dê têketa KPSSê, ew birin. Zûka dixwazim bigihim lawê xwe,  lawê xwe dixwazim. Bila hemû berpirs piştgirî bidin me. Heya lawê min bê ez ê li virê rûnêm. 20 roj e ji bo lawê xwe li vir im. Zarokên min ên din jî perîşan bûn. Malbata me, mala me belav bû.”

“Em ji bo helwesteke bi ûjdan û dilzîz bang li rayagiştî dikin”

Em wekî KADEM li pey serdana xwe ya li Diyarbekir raçav dikin ku çalakiya van malbatên ku bi bêdengî rûdinên û daxwaza zarokên xwe dikin, werçexeke girîng a “Pêvajoya Çareseriyê” ye. Ev çalakî nîşan daye ku gelê herêmê bêriya aştiyê kiriye û li pey diltengiyên sî salê pêdiviya wê bi aştiyê heye.

Dê û bavên ku dilên wan bûye agir daxwazên xwe yên aştiyê bi lêv dikin, ji dêvla pêşerojeke di bin siya şer û êşan de hatiye sêwirandin, zarokên xwe yên di destên wan de pênûs û lênûs û bi hêvî li pêşerojê dinêrin dixwazin. Di vê pêvajoyê de, destê alîkariyê dirêjî wan bibe dê bi qewî bi wî destî bigrin û mil bidin aştiyê. Ji bo ev çalakî bêxwedî nemîne û dê û bavên ku zarokên xwe dixwazin destvala venegerin mala xwe, pêdiviya pêngavên kudandinê vê riyê gavên girîng in.

Em wekî KADEM tevî hemû bêderfetiyên madî û bermayiyan, tevî wan kesên ku ji bo qidûmşikestinê digotin “belaheq neseknin zarokên we nayên” an “çima xemgîn dibin, zarokên we çûne çiyê” em bi qeweta wan dayikên ku li pey zarokên xwe bez didin, bawerî bi pêşerojê tînin.

Ji ber vê sedemê, dayik bi berxwedana sîvîl a li hemberî vê zilmê cardin nîşanî cîhanê dan ku li gel demokrasiyê, aştiyê û aramiyê ne. Em jî li gel wan in û ji bo ku dayikên hewldana heqê, dadê, hiqûqê û demokrasiyê didin bigihin lawên xwe, bi bîreweriya erkda re wekî rêxistineke sîvîl a civakî em dixwazin pêşniyarên xwe bi lêv bikin.

Pêşniyarên Me

Ji bo ku di hewldanên xwe de dê û bav xwe bi tenê nebînin, em hêvî dikin ku her kesî xwedî ûjdan guh bide banga me, em hemû rayê dawet dikin ku bi dilzîzî tevbigerin, biçin Diyarbekir tevlî hewldana dayikan bibin û bi vê peywendê de pişgirî bidin qampaniya me ya îmzeyan.

KOMELEYA JİN Û DEMOKRASİYÊ

[button color=”normal” size=”large” link=”http://kadem.org.tr/tr/diyarbakirda-cocuklari-daga-goturulen-acili-annelerin-oturma-eylemine-destek-kampanyasi/” target=”_self” ]TÜRKÇE[/button]

Îmze (Navnîş)

[emailpetition id=”2″] [signaturelist id=”2″]

Yazıyı Paylaşın!

Son Haberler

Bültenimize Abone Olun!

Bizi Takip Edin

Go to Top